65 Leşkerên Afxanî di Şerekî de bi Tevgera Talîban re Hatin Kuştin

Karbidestên Afxanî gotin ku di pevçûneke giran de di roja Yekşemê de bi çekdarên Talîban re, li navçeya Helmand li başûrê welêt, bi dehan ji leşkerên Afxanî hatin kuştin.

Ev êrîş berdewamiya êrîşên Talîban bû, ku di roja Şemiyê de destpê kiribûn li dijî hêza ewlehiya Afxanî li devera Sangin ya bi nakok.

Pêvdarê hikûmeta Afxanî li wê herêmê Omar Zwak ji dengê Amerîka re got ku di van êrîşan de bi dehan ji hêza ewlehiyê hatin kuştin, bê ku hûrbîniyan zelel bike.

Andamê perlmana Afxanî Mihemed Haşim Alokozî ku ji Sangin bi xwe ye, ji dengê Amerîka re got, ku bi kêmî 65 kes bi ser hikûmetê ve ne hatine kuştin ji nav wan 48 leşkerên hêza niştimaniya Afxanî ne û 38 kesê din jî birîndar bûne.

Pêvdarê Talîban jî got ku wan 2 bengehên ewlehiyê li Sangin kirin armanc ji xwe re û 52 leşkerên afxanî kûrştine.