Piştî Têkçûna di Hilbijartinan de, Serokwezîrê Brîtanya Karvekişîna Xwe Radigihîne

Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak, ku rêberê Partîya Konservatîfan e jî, îro Înê piştî têkçûna di hilbijartinên giştî de karvekişîna xwe ragihand.

Sunak li pêş avahîya serokwezîrîyê got ku dengderan bi nîşaneke zelal nîşan daye ku divê hikûmet were guhertin.

"Min hêrsa we bihîst û xeyalşikestina we dît û ez berpirsîya vê rewşê digirim ser xwe."

Sunak dîyar kir ku piştî karên hewce yên fermî ewê ji seroktîya Partîya Konservatîf jî vekişe.

Sunak karvekişîna xwe da Qral Charles û ji Qesira Buckingham derket.

Serokwezîrê nû yê Brîtanya Keir Starmer

Çaverê ye di saetên pêş de serketîyê hilbijartinan Keir Starmer yê Partîya Karkeran here Qesira Buckinghamê û ji wî fermana avakirina hikûmetê bistîne û piştre wek serokwezîrê welêt kabîneya xwe ragihîne.

Encamên pêşî nîşan didin ku Partîya Karkeran hilbijartin bi cuhadîyeke mezin qezenc kiriye û ew piştî 14 salan vedigere desthilatê.

Li gor wan encamên pêşî, Partîya Karkeran li Civata Jêrîn ya bi 650 endam 412 kursî bi dest xwe xistine.

Jêder: BBC, Reuters