Xwendekarên Zanîngeha Efrînê

Your browser doesn’t support HTML5

Piştî ku artêşa Tirk û komên tundrê dest danîn ser Efrînê, çarenivîsa 500 xwendekarên Zanîngeha Efrînê ket rewşeke ne zelal
Jiber destdanîna artêşa Tirk û komên tundrê ya ser Efrînê, Zanîngeha Efrînê neçar ma derîyên xwe bigire, loma rewşa pirtir ji 500 xwendekarên zanîngehê ne zelal e.

Beşek ji xwendekaran kanîbû derbazî herêma Cizîrê bibin û li Zanîngeha Rojava fêrbûna xwe temam bikin, lê jiber tunebûna heman fakulteyan, hin xwendekar nekanîn xwendina xwe bidomînin.