Di çend rojên borî şer û pevçûn di navbera komên çekdar yên girêdayî artêşa Tirk de li Efrînê derket.
Di vî şerî de bi dehan çekdar ji komên şerê hevdu dikin, hatin kuştin. Herwiha artêşa Tirk qedexeya çûn û hatin û derketinê ragihand û dijî “Şuheda El-Şerqîya” operasyonek pêk anî.
Rojnamevan Ehmed Qitmê ku rewşa herêmê ji nêz ve dişopîne, dibêje ku li herêmên bin destê komên çekdar parvekirina pere û desthilatdarî tim şer diqewimin.
Qitme ji kiryar û binpêkirinên li Efrînê çêdibin, Tirkîyê berpirs dibîne, operasyona dawî wek hewileke dîplomatîk ya Enqerê dibîne.
“Tirkîye dixwaze ji cîhanê re bêje ku ew hewil dide rê li ber zêdegavîyan bigire, taybetî piştî raportên rêxistiên navneteweyî ku ew kiryar eşkere kirbûn û dozên Efrînîyên dijî wê.”
Qitmê dibêje ku Tirkîyê nahêle tu koma çekdar şerê rejîmê bike û jiber ku koma “Şuheda El-Şerqîye” bi vê yêkê pêbend nebûye û li Babê êrîş biribû ser artêşa Sûrî, loma dijî wan operasyona dawî meşand.
“Armanca Tirkîyê û komên pê re ew e ku nehêe gelê Kurd mafên xwe bigire û i sibêroja Sûrîyê bibe xwedîyê statuyekê. Enqere dixwaze ku Tirkmen û komên wan yên çekdar li herêmê serdest bike û wan li dijî Ereban bi kar bîne.”
Hêjayî gotinê ye ku koma “Şuheda El-Şerqîye” bi qasî 200 çekdar in û ew bi eslê xwe ji Erebên Dêrezorê ne. Dema destdanîna Tirkîyê ya ser Efrînê, ew bûbûn alîgirên artêşa Tirk.
Your browser doesn’t support HTML5