Rastîya Goristana ku Tirkîyê li Efrînê Kolandiye Çi Ye?

Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Herêma Efrînê îdiaya Tirkîyê ya dîtina goristaneke girseyî ya veşartî li Efrînê bi tundî red kir û wek dereweke bê bingeh bi nav kir.

Berpirs û çapemenîya Tirk Çarşema borî îdia kiribû ku goristanek li bajarê Efrînê hatîye dîtin û hêzên Kurdî bi encamdana komkujîyekê tawanbar kiribûn.

Dor mijarê meclîsê bi daxuyanîyekê ji bîragiştî re agahîyên girîng ragihandin û rastîya wê goristanê eşkere kir.

“Piştî nêzîkbûna artêşa Tirk ji bajarê Efrînê û bombebarankirina bajêr, komkujî pêk anîn, weke komkujîya taxa Mehmûdîyê ya Efrînê ya di 16`ê Adarê de. Wê demê Meclisa Malbatên Şehîdan nekanî şehîdên komkujîyan yên sivîl û leşkerî li goristanên li derveyî bajêr veşêre, jiber wê li nêzî nexweşxaneya Avrîn a li Efrînê hatin veşartin”, daxuyanîyê ragihand.

Girêdayî mijarê hin şahidên rojên şer û êrîşa Tirkî dijî Efrînê sala 2018'an, ji Dengê Amerîka re heman agahî piştrast kir ku jiber dijwarîya topbaranê cangorî li wî cihî hatine sipartin û tê de sivîl û şervanên YPG'ê bûn.

Her di vê derbarê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî di twîtekê de got ku Tirkîyê rastîyan berûvajî dike û goristana cangorîyên ku jibo Efrînê xwe fêda kirine,ji nav dibe.

Ebdî herwiha bang li civaka navdewletî kir tevbigre da ku Efrînê û gelê wê ji sûcên şer û yên dijî mirovahîyê biparêze.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku ev ne cara yekê ye goristan û mezargeh li Efrînê tên rûxandin, berê hersê gortstanên Refîq li gundê Metîna, Seydo li Qaziqli û Avêsta liser rêya Kefirşîlê hatibûn xirab kirin, herwiha pir mezargehên ola Êzîdî jî rastî heman kiryarê hatibûn.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_07_16_2021_Goristana_Efrînê