Efrîniyên di Zindanên Tirkîyê û Komên Çekdar de Çarenivîsa Wan Nediyare

Di Roja Cîhanî ya Qurbanîyên Windakirina bi Zorê ku rêkeftî 30ê Tebaxê ye, nivîsgeha ragihandinê ya Partîya Yekîtîya Kurd li Sûrîyê (El-Wihdê) daxuanîyek nivîskî ya taybet daye Dengê Amerîka.

Daxuyanî behsa hejmara rûniştvanên Efrînê dike yên ji dema girtina Efrînê di Adara 2018an de ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar yên pê re htine girtin û çarenivîsa wan heta niha nezelale.

Daxuyanî dest nîşan dike ku hejmareke mezin ji kesên girtî û revandî winda ne, ku çarenivîsa wan ne diîyar û nayê zanîn çi hatiye serê wan.

Her di vê derbarê de mafnas Cibrayîl Mustefa agahî dan Dengê Amerîka û got "Pirtir ji 7500 kes hatine girtin û revandin, me karîbûye wan belge bikin, ku çarenivîsa 3 hezaran nayê zanîn, di nava wan de jin û zarok jî hene."

Li gor daxuyanîya Partîya El-Wihdê malbat û xizmên kesên winda nikarin bighin çi agahîyan li dor çarenivîsa wan, ku tevî serlêdana wan ji polîs û meclîsên ji alîyên Tirkîyê ve hatine erkdar kirin, lê tu bersiv bi dest nexistine.

Daxuyanî dide zanîn ku her komeke çekdar zindanek wê heye, girtî di rewşeke pir xirab de tê de dimînin.

Derbarê vê yekê mafnas Mustefa got ku li van zindanan tu pîvanên girtina mirovan tune ne, danûstandin pir xirab e û girtî rastî êşkenceyê tên.

Wî got, "Li her gund û nahîyakê zindanek heye, li pir cihan dibistan veguherîne girtîgeh, herwiha pir girtî veguhestine Tirkîyê û li wir hatine darizandin."

Derbarê danasîna qanûnî ji winakirina bi zorê ji kesan re, daxuyanîyê tekez kir ku ev kirin sûcên li dijî mirovahî ne, ku qanûnên navneteweyî van kiryaran tewanbar dike, herwiha Tirkîyê weke desthilata dagîrker ji herêmê re jê berpirsyar dibîne.

Daxuyanîyê bang li civaka navdewletî û sazîyên neteweyên Yekbûyî kir ku rewşa Efrînê li ber berçav bigrin, daku binpêkirin û sûcên lê diqewimin werin rawestandin û çarenivîsa kesên bi zorê windakirî û revandî were eşkere kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Efrîn, 30 08 2021

Vê jî bixwîne: Bîlançoya Rewşa Mafê Mirovan li Efrînê di 6 Mehan de
Vê jî bixwîne: Binpêkirinên Mafê Mirovan li Efrînê di Tîrmehê de jî Berdewam Kirin
Vê jî bixwîne: Xwepêşandana Derbiderên Efrînê li Dij Dorpêçkirina Herêma Şehba
Vê jî bixwîne: Senatorê Amerîkî Menendez Kiryarên Tirkîyê li Bakurê Sûrîyê Rexne Dike