Meclîsa hibijartî ya Kantona Efrînê roja Yekşemê civîna xwe ya yekê li dar xist û rêziknameya karê meclîsên xwecihî gotûbêj kir.
Endama meclîsa damezrêner ya sîstema federalî li Bakurê Sûrîyê, Rojhilat Arif bersîva pirsên endamên meclîsê da.
Piştî sondxwarina 62 endamên meclîsê, Mustefa Hesen û Zozan Hafîz wek hevserokên meclîsê hatin hilbijartin û sê cîgir jî hatin dest nîşan kirin.
Hevserokê nûhilbijartî Mustefa Hesen got ku ew bi hêvî ne ku layîqî dengê gelê xwe bin û hemû pêdivîyên xizmetkarî pêk bînin.
"Armanca me xizmeta civaka Efrînê ye, biratîya gelan li kantonê biparêzin û li ser bingeha wekhevî karê xwe bikin".
Hesen da zanîn ku di rojeva wan de ye ku bi hemû derfetên xwe perwerdê pêş bixin û ewê hêza xwe bidin dibistanan û pêdivîyên xwendinê peyda bikin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di 1'ê Berfanbarê de, wek qonaxa duyê ji hilbijartinên sîstema federalî, hilbijartinên meclîsên xwecihî li seranserî herêmên Bakurê Sûrîyê pêk hatibûn.
Your browser doesn’t support HTML5