Your browser doesn’t support HTML5
Zarokên derbider yên Efrînê, ku li herêma Şehba bi cih bûne, di rewşeke dijwar de dijîn.
Zarokên ji dibistan û lîstokên xwe dûr ketine, di şert û mercên zehmet dimînin û rastî nexweşî û pirsgirêkên saxlemîyê tên.
Deûbav jî ji metirsîyên li ser tendirustîya zarokên xwe bêzar in û gil û gazincan ji piştguhkirina wan dikin.
Di vê rewşa kambax de Heyva Sor ya Kurd bi derfetên xwe yên teng, hewl dide çareserî ji zarokan re pêşkêş bike û çavdêrîya saxlemîya derbideran bike.