Di topbarana tewşankî bi balafir û mûşekan li dijî Efrînê herî zêde sîvîl dibin qurbanî, herwiha hejmara kesên derbider dibin jî zêde dibe.
Hevseroka Meclîsa Tendirustî ya Efrînê, Anjela Reşo di preskonfransekê de ragihand ku di nava 10 rojan de, 60 kes hatine kuştin û 153 jî birîndar bûn.
Reşo da zanîn ku bi giştî 213 sîvîl bûne qurbanîya êrîşan û herwiha 3 komkujî çêbûne.
Wê bang li bîragiştî kir ku li hember êrîşên ser Efrînê dengê xwe bilind bikin û helwesteke xurt nîşan bidin.
Your browser doesn’t support HTML5