Jinên Efrînê Di Roja Cihanî ya Jinan de Çalakî Pêk Anîn

Jinên Efrînê ku li herêma Şehba hatine koçber kirin, bi bûneya 8’ê Adarê anku Roja Cîhanî ya Jinê, çalakîyek li dar xistin.

Çalakî bi durişmeya (Têkoşîna Me Azadî ye, Berxwedana Me Serkeftin e) pêk hat, ku bi hezaran jin bi rengên xwe û cilûbergên floklorî tevlê bûn.

Beşdaran dengê xwe jibo parastina mafên jinan bilind kirin û çalakî bi sloganên dilsozîya bi Efrînê re bi coş bû, ku jinan xwestin bendek li hember zêdegavîyan were danîn.

Hin jinên di çalakîyê de beşdar, helwest û daxwazên xwe di vê rojê de bi me re parve kirin.

Endama Kongra Star Hêvî Silêman got ku tevî ew îro li Şehba vê rojê pîroz dikin lê dilê wan li Efrînê ye ku jinên wê di bin guvaşan de dijîn: “Kiryarên herî hovane li dijî jinê li hundir Efrînê tên kirin, ku rojane bi kuştin, lêdan, êşkence û revandinê re rûbirû maye”, Silêman bi berdewamî got.

Herwiha Sema Elo nêrîna xwe wiha parve kir: “Em dixwazin dengê xwe bighînin bîra giştî û sazîyên cîhanê yên têkildar, da ku tundîya li dijî jinan rawestînin, loma em îro li qadan in”.

Ji alîyê xwe ve Wehîde Hebeş doza vegera Efrînê kir: “Em îro bi deng û rengê xwe jibo Efrînê diqîrin, jibo vegera Efrînê em wek jin her tiştê ji destê me were emê bikin”.

Hêjayî gotinê ye rewşa jinan li hundir Efrînê piştî destdanîna Tirkîyê û komên çekdar ser wê herêma Kurdî têkçûye, ku jin rastî binpêkirina mafan û zêdegavîyên cuda tên, ev rewş jî tersî azadî û rola berçav ku jina Kurd pê radibû ye, ku di çend salên borî de li Efrînê dihat jîyan kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng /Newroz Reşo