Jinên Efrînî Tundîya Ser Jinan Şermezar Dikin

Your browser doesn’t support HTML5

Jinên Efrînî bi di xwepêşandana Roja Navnetewî ya Tunekirina Tundîya Dijî Jinan de bi diruşma 'Jin Jîyan Azadî' û bi pankart û sloganên xwe tundî şermezar kirin

Jinên Efrînî yên li penageha Şehba derbider in, bi boneya 25ê Mijdarê, Roja Navnetewî ya Tunekirina Tundîya Dijî Jinan, xwepêşandanek li dar xistin. Jinan di xwepêşandanê de bi diruşma 'Jin Jîyan Azadî' û bi pankart û sloganên xwe tundî û bi taybetî binpêkirinên artêşa Tirk û komên çekdar dijî jinên Efrînî şermezar kirin.