Avakirina wargehên girseyî li herêma Efrînê ji alîyê serdestên Tirk û komên çekdar yên Sûrî yên bin kontrola wê didome.
Çavdêr dîyar dikin ku ji sersalê û vir ve pêvajoya avakirina komxanîyan li Efrînê leztir û firehtir bûye û di 5 mehên borî de 5 wargeh hatine ava kirin.
Ev wargeh herî zêde li nahîyên Şêrewa û Cindirês tên ava kirin. Yek ji wan wargehan, wargeha Ajnadîn e, ku li ser zevîyê welatîyê Kurd yê Efrînî Emîn Murad û pismamên wî li gundê Rifetîyê yê Cîndirêsê hatiye ava kirin.
Muradê 60 salî ku ji 5 salan de ji Efrînê derbider bûye, ji Dengê Amerîka re got ku zevîya wan 3 hektar in û pêşî li ser para pismamên wî wargeh hat ava kirin û li ser para wî çadir hatibûn vegirtin.
“Lê, ji mehekê û vir ve li ser para min jî dest bi avakirina wargehekê hatiye kirin, ku Ereb ji malbatên komên çekdar lê tên bi cîh kirin”.
Çalakvan dîyar dikin ku Tirkîyê û komên çekdar jibo firehkirina û lezkirina bi avakirina wargehan sûd ji erdheja wêranker ya meha Şibatê wergirtiye.
Rojnamevan Roj Mûsa got ku komelên bi ser rêxistina Îxwan Muslîmîn ve, bi tayebet yên ji Tirkîyê, Qeter, Kuweyt, Filîstîn û Pakistanê, fersend di erdhejê de dîtin ku fînanskirina avakirina wargehan li Efrînê zêde bikin.
“Vebûna rêya navdewletî jibo derbazkirina alîkarîyan herwiha sivikirina Toleyên Sîzer (Caesar Act) ku Efrîn jî di nava xwe digirt, rê da Tirkîyê ku vê yekê ji xwe re bi kar bîne. Loma piştî erdhejê avakirina wargehên mezintir dîsa destpê kir”
Li gor çavkanîyên hiqûqî ji dema destdanîna Tirkîyê li Efrînê di sala 2018'an de, hejmara wargehên li Efrînê avakirî ji 25'an zêdetir e.
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê Îbrahîm Şêxo dîyar kir ku Tirkîyê bi armanca guhertina demografîk li herêmê 300 hezar Kurd koçber kirine û li şûna wan 400 hezar ji derveyî herêmê anîne.
“Tirkîyê Ereb û Turkmen herwiha malbatên komên çekdar di bin navê penabertîyê de ew ji Gutaya Şamê, ji Hums, Îdlib û Dêrazorê ûnatine Efrînê li van komxanîyan bi cîh dike.”
Karbidestên Tirk dibêjin ku avakirina van wargehan alîkarîya vegera penaberên Sûrî yên li Tirkîyê dike.
Di vê çarçovayê de raporteke hiqûqî hevbeş ya nû ku, çend rêxistinên mafên mirovan yên Sûrî belav kiriye, hişyarî bîragiştî.
“Tirkîyê û komên çekdar alîkarîyên piştî erdhejê bi armanca pêkanîna guhertina demografîk bi kar tînin û di bin bihaneya hewandina zerardîtîyên erdhejê de, wargehên nû ava dikin.”
Your browser doesn’t support HTML5