Rewşa Efrînê ya Bin Dagirkerîya Tirkîyê di Panelekê de Hat Nirxandin

Jimareke pispor û nivîskar di paneleke taybet de sîyaseta Tirkîyê ya li Efrînê bi tundî rexne kir û kiryarên Enqerê yên li herêmê wek tunekirina nasnameya Kurdî bi nav kir.

Lêkolîner Welîd Bekir di panela Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) de ser projeya dewleta Tirk ya li Efrînê sekinî.

Wî sedemên dagirkirina Tirkîyê nirxandin û rêbazên têk birina dagirkerîyê û misogerkirina vegera gelê Efrînê ya vegera cîhûwarên xwe şîrove kirin.

“Dewleta Tirk ji mêjve çav danîbû ser Efrînê û di salên 30’yî de hewil dabû ku bi rêya Tevgera Murîdan ya îslamî dest bide ser Efrînê,” Bekir got.

Rojnamevan Nûrhat Hesen jî i panela Projeya Tirkîyê li Efrînê û Rêbazên Pûçkirina Wê de bal kişand ku projeya Tirkîyê li Efrînê berdewamîya plana “Îslaha Şerq” e ku Tirkîyê li herêmên Kurdî yên nav sînorê xwe pêk anîye.

“Li rojavayê Feratê tenê Efrîn weke herêmeke tam Kurdî mabû. Piştî ku dewleta Tirk ji dema Mustafa Kemal de civaka Kurd li herêmên wek Dîlok, Semsûr, Hatay ji hev xistin, îro jî heman tişt li Efrînê tê kirin û gelê wê hatiye derbider kirin.”

Di panelê de li ser sûc û binpêkirinên mafên mirov yên li Efrînê jî nîqaş hatin kirin û bal ji kiryaran Tirkîyê yên ser guhertina deomgrafîk li herêmê hate kişandin.

Lêkolîner Welîd Çolî jî got ku dagirkirina Efrînê di çarçoveya dijmintîya Tirkîyê ya ji Kurdan re pêk hatiye.

“Jibo çareserîya pirsgirêkên Efrînê divê rejîma dewleta Tirk were guhertin û ew yek jî dikeve ser milê hêzên navdewletî ku Lozan û Sykes-Picot pêk anîye. Divê ew dewlet sîyaseta xwe rast biki û Kurd jî asta xebata xwe ya hiqûqî û dîplomasî bilind bikin û dengê xwe bighînin civaka navnetewî.”

Hêjayî gotinê ye ku di panelê de hejmareke lêkolîner û çalakvan bi fîzîkî û onlaynî beşdar bûn û sîyaset û encamên 5 salan ji dagirkerîya Tirkîyê li Efrînê gotûbêj kirin.

Tirkîyê di 18’ê Adara 2018’an de herêma Efrînê dagir kiribû û hin sazîyên mafên mirovan xema xwe ji rewşa Çîyayê Kurmênc dîyar dikin.

Ew sazî di raportên xwe de bal dikşînin ku herêmê serûbin bûye, 300 hezar rûniştvanên xwcîhî derbider bûne û li şûna wan Ereb û Tirkmen hatine bi cîh kirin û Kurdên ku mane jî dibin armanca givaş û binpêkirinên Tirkîyê û komên din kontrola wê.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_03_17_2023_Panel_Efrîn_NRLS