Konfransa Rizgarkirina Efrînê Seferberî Ragihand

Di nava 18 û 22 vê mehê de Konfarna Rizgarkirina Efrînê li herêma Şehba hate li dar xistin.

Konfransa ku bi tevlêbûna 250 kesên endam di sazî, deste û meclîsên Rêvebirîya Xweser de bi rê ve çû, ji alavên ragihandinê re girtî 4 rojan dom kir, û di dawîyê de bi daxuyanîyekê jibo raya giştî encamên xwe eşkre kirin.

Endama dîwana konfransê Hêvîn Reşîd agahî bi Dengê Amerîka re parve kirin: “Piştî 3 mehan ji mayîna me li kantona Şehba, me pêwîst dît em konfransê lidarxin ta ser şaştî û kêmasîyên rêveberîyê biseknin, ku Efrîn giha îro”.

Derbara bi rêveçûna konfransê û nîqaşên hatine kirin Hêvînê dîyar kir ku lêvegerke giştî çêbû û li ser kêm û kurtîyan rexnedayîn hate kirin: “Her kesê hazir nêrîn û pêşniyazên xwe anîn ziman, û rêbazên pêwîst jibo rizgarkirina Efrînê jî ketin rojeva konfransê ku biryara seferberîya giştî hate standin”.

Hêvînê ragihand ku ewê di demê pêş de li ser bi cihanîna biryarên konfransê xebata xwe bidomînin û wiha pêde çû: “Emê civînên xwe bidomînin û li hember gel rexnedayîna xwe bidin, herwiha jibo pêk anîna biryarên konfransê tiştê pêwîst emê bikin da ku pêngava rizgarkirina Efrînê destpê bikin”.

Hêjayî gotinê ye ku Rêvebirîya Xweser piştî girtina Tirkîyê ji Efrînê re, li Herêma Şehba dimîne, û hewl dide jîyana bêtir ji 150 hezar penaberên Efrînê ku li wir bi cih bûne bi rêve bibe.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Newroz Reşo