Piştî derbasbûna du mehan li ser desteserkirina artêşa Tirk û komên îslamî ji herêma Efrînê re kiryar û zêdegavîyên wan dijî şênîyên Efrînê didomin.
Li gor agahîyên ji herêmê fişarên aborî li Efrînîyan û tengkirina derfetên jîyanê zêde bûne, ku ev yek bi armanca çêkirina guhartina demografî tê şîrovre kirin.
Aborînasê Kurd Çeleng Omer dor rewşa aborî li Efrînê ji me re axivî.
Omer got:
“Armanca Tirkîyê guhartina nasnameya Kurdî ya Efrînê ye, loma gelê wê koçber dike û guhartina demografî lê pêk tîne, loma bi fişar û zextên aborî dixweze xizanîyê li wan ferz bike bi girtina defetên pêjîyanê ku xelk pê debara xwe dike, da ku ew neçarî firotina mal û zevîyên xwe bibin.”
Omer bal kişand ser beşê pîşesazî ku herî zêde bandora neyînê lê bûye: “Bi sedan kargeh û fabrîkeyên pîşesazîyên cuda ji alîyê komên îslamî ve hatin dizîn û talan kirin, ku zirara pîşesazan dora 2-3 milyar dolar in”.
Çeleng Omer aşkere kir ku Tirkîyê bacê li cotkaran ferz dike, û dor rewşa çandin û cotkaran dîyar kir: “Cotkarên Efrînê nikarin berhema zevî û baxçeyên xwe biçinin û berhev bikin, niştecihên biyanî ku Tirkîyê ew li Efrînê bi cih kirine bi zora çekdarî destê xwe danîne ser milkê welatîyên Efrînê”.
Hêjayî gotinê ye ku hejmareke mezin şênîyên Efrînê bi qasî 150 hezar kes dûr herêma xwe dijîn, û li gor agahîyan gelê li hundir mayî bi zehmetîyên cuda re rûbirû dimînin.
ji bo guhdarîkirina li dirêjiya raportê fayla deng veke
Your browser doesn’t support HTML5