Bi tevlêbûna 500 jinên Efrînê ku li herêma Şehba dimînin, rêxistina Kongira Star ya jinê komcivînek li dar xistin, tê de mijarên girêdayî rewşa jinên Efrînê hatin niqaş kirin.
Komcivîn di bin vê navnîşanê de pêk hat, “Bi rihê berxwedana serdemê em şoreşa jinê bikin şoreşeke civakî”.
Newroz Haşim endama Kongira Star dor armancên wan axivî: “Em dixwazin jinên ji hemû pêkhateyan bigînin hev, û tevgereke xwe ya hevbeş çêkin”.
Li ser nîqaşên hatine kirin, Haşim got ew dixwazin rêxistina xwe ji nû ve ava bikin û kêmasîyên heyî çareser bikin.
“Li hember dagîrkerîya Tirk em dixwazin rêxistina xwe xurt bikin, da ku vegerin Efrînê, jibo kêmasîyên xwe em rexnedayîna xwe jî didin, di projeya me de heye em bighînin hemû jinan û xebata xwe fireh bikin”, Haşim ronî kir.
Herwiha berdevka Kongira Star Evîn Siwêd jî rewşa ku jinên Efrînê li penabertîyê dijîn anî ziman, ku bi zehmetîyan re rûbirû ne û got: “Jiyana gelê me li vir derbaz dike û berxwedanîya jin dike cihê rêzê ye, ku Şehbaya vala ji nûve şên dikin, û têkoşîna xwe jibo vegera Efrînê didomînin”.
Hêjayî gotinê ye ku di çend salên borî de beşdarîya jina Efrînê di jiyana giştî de balkêş bû, ku rêxistinên jinan jî geş bûbûn, piştî girtina Tirkîyê ji Efrînê re, ev rewşa guharî, loma ti rêxistinên jinê li Efrînê xebat nakin.
Your browser doesn’t support HTML5