Piştî ku kontrola Efrînê ket destê Tirkîyê û komên bi piştgirîya wê, bi deh hezaran rûniştvanên hêrêmê neçar man ku herin herêma Şehba.
Niha nêzî 200 hezar penaberên Efrînî li vê herêmê dimînin ku pênc hezar ji wan li Kampa Berxwedanê ne. Penaberên mayîn jî li çar bajarok û 45 gundên ku dî bîn kontrola YPG'ê de dîjîn.
Şehba niha di dorpêçkîrînê de ye jiber wê jî li gor Heyva Sor a Kurd gîhandina alîkarîyan jî Cezîrê ber bî Şehba pir zehmet e.
Endama ofîsa ragîhandînê ya Rêveberîya Xweser lî kampan, Narîma Hiso dîbêje ku rewşa kampên Berxwedan û Serdemê, nexasim jî alîyê paqijî ve pir xirab e.
Lî alîyekî dîn, Heyva Sor a Kurd raporên berfîreh lî ser rewşa kampan û herêma Şehba amade kirine.
Dîlgeş Îsa, endamê rêvebirîya Heyva Sor a Kurd bal dikşîne ser belavbûna nexweşîyên giran yên wek sîl û malerya.
“Em hewil dîdin ku pêdîvîyên tendirustî bî awayekî lezgîn çareser bikin, jiber wê jî me navendên tendirustîyê yên awarte vekirine.”
Hevseroka Heyva Sor a Kurd, Cemîla Hemê dîyar dike ku derfetên Heyva Sor bo peydakîrîna dermanan sînordar in û tenê dermanên rewşên di destê wan de hene.
Hemê bal dikşîne ku niha 150 rewşên awarte hene ku pêdîvîya wan bi navendên taybet yên saxlemîyê hene.
Rêvebirîya Herêma Şehba û Heyva Sor a Kurd bang lî civaka navnetewî dîkîn ku bi erka xwe rabîn û bi jîyana bi hezaran zarokên bin metirsî biparêzin.
Your browser doesn’t support HTML5