Efrînîyên Xwedî Pêwîstîyên Taybet Li Şehbayê Çalakiyekê Li Dar Dixin

Di Roja Cîhanî ya Xwedî Pêwîstîyên Taybet de ku rêkeftî 3yê Berfanbarê ye Desteya Karûbarên Civakî ya Herêma Efrînê, şahîyek li dar xist.

Di şahîyê de bi dehan kesên astengber hazir bûn û hinek jê derketin ser dikê û behreyên xwe pêşkêş kirin.

Endama desteyê Hêvîn Hesen li dor çalakîyê ji Dengê Amerîkayê re got:

“Di civakê de kesên xwedî pêwîstîyên taybet piştguhkirî ne, me jî xwest moralekê bidin wan, loma me ev şahî li dar xist, da ku ji wan kesan re bêjin hûn ji bo me girîng in û hûn jî xwedî vîn in”.

Cegerxwîn Gedro ciwanekeî Efrînî ye, di şerê Tirkîyê ser Efrînê de wî perçeyek laşê xwe hinda kir, bi vîneke mezin jîyana xwe berdewma dike.

Gedroî hizra xwe dor astenberîyê wiha parve kir: “Tevî ku di şer de destê min yê çepê çû, lê ez nahilêm jibo min bibe astengî, ez jîyana xwe ya normal dewam dikim, çimkî astengîya rasteqîn di aqil de ye, neku di parçeyek laş de ye”.

Ji alîyê xwe ve Şêx Omerîko ku bavê keçeke xwedî pêwîstîyên taybet e dîyar kir ku tu alî destê alîkarîyê dirêj wan nake.

“Pêdîvîyên astengberan gelek in, ku ev deh salên şerê Sûrî û koçberkirina me ji Efrînê rewş girantir kiriye, sazîyên hawarçûnê alîkarîyê nadin me, loma bi qasî hêza min bi qîza xwe re dibim alîkar”.

Li gor daneyên fermî, nêzî 1600 kesên astengber li herêma Şehbayê hene, piranîya wan derbiderên Efrînê ne.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku Neteweyên Yekbûyî di sala 1992an de, roja 3yê Berfanbarê weke Roja Cîhanî ya Xwedîyên Pêwîstîyên Taybet, destnîşan kiribû.

Di vê rojê de bal li pêwîstîyên kesên astengber û kêmendam tê kişandin, ku pêdivîyên wan di her alî de berçav bê girtin û hewl jibo xweşkirina rewşa wan bê dayîn.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/ Newroz Reşo