Tirkîyê û grûpên çekdar yên pêve girêdayî di Adara sala 2018an de herêma Efrînê dagîr kiribû. Ji wê demê heta niha rewşa mafên mirov li vê herêma Kurdî pir xirab bûye.
Gelek raportên mafên mirov bal dikşînin ser sûc û binpêkirinên berfireh û giran yên derheqê gelê Efrînê de, herwiha xweza û şûnwarên wê de jî, Tirkîyê bi pêkanîna guhertina demografîk tê tawanbar kirin.
Herwiha, tê zanîn ku pirtir ji sedî 95ê rûniştvanên Efrînê berî dagîrkirina wê, Kurd bûn, di nava wan de çend kêmîneyên olî jî hebûn, weke civakên Êzîdî, Alevî û Krîstîyan.
Weke hemû gelê Efrînê, Êzîdî, Alevî û Kristîyanên Efrînî jî, herwiha mezargeh û cîhên wan yên pîroz, rastî gelek zêdegavî û binpêkirinan tên.
Li gor raport û zanyarîyan, piranîya kesên ji kêmîneyên olî bi darê zorê hatine derbider kirin û yên li hindur Efrînê jî mane, di bin gef û fişaran de dijîn, ku grûpên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve xwedî hizreke tundrê ne û li herêmê serdest in.
Di beşê yekê de ji bernameya Mijara Rojê, rewşa kêmîneyên olî li Efrînê ligel Dr. Kemal Sîdo, berpirsê beşê Rojhilata Navîn di Rêxistina Gelên bin Gefê de, tê gotûbêj kirin.
Di beşê duduyê yê bernameyê de jî, bi taybetî rewşa Êzîdîyan ligel Silêman Cefer, hevserokê Yekîtîya Êzîdîyên Efrînê, tê gotûbêj kirin.
Herwiha, Dîyar Xudan, xizmetkarê Dêra Şivanê Qenc ya Încîlî li Şehbayê, agahîyan li ser rewşa krîstîyanên Efrînî parve dike.
Jibo guhdarkirina tevahîya bernameyê kerama xwe fayla deng vekin.
Your browser doesn’t support HTML5