Hest Û Helwest: Bangewazî li Dor Rewşa Efrînê

Dîmenê peqîna li Efrîn 28 Nîsanê , 2020

Di çend rojên borî da, raportên mediyayî, daxweyaniyên rêxistinên mafên mirov, herwiha bangewaziyên jibo civaka navnetewî yên vê dawiyê hatine weşandin, balê dikişînin ser rewşa xerab ya bajarê Efrînê û zorî û binpêkirinên grûbên çekdar yên tundrê ku girêdayî dewleta Tirkiyê ne.

Raportên rêxistinên mafan, ji wana Çavdêriya Sûrî bo Mafên Mirov (SOHR) di raportên xwe da û li ser zarê rêveberê Çavdêriyê, Ramî Abdurahman behsa binpêkirin û zordestiya li ser Kurdan dike li Efrînê, kanê çawan grûbên çekdar dixwazin kurdên li Efrîn mane bi hemû behane û sedeman ji bajêr koçber bikin û heta behsa dest dirêjiya ser jin û namosa Kurdan tê kirin.

Herwiha hefteya borî hejmarek rewşenbîr, çalakvan û akademisyonên kurd bi navê "Qêrîna Zeytûnê" bangewazîyek jibo alîyên sîyasî yên kurdî weşand.

Vê jî bixwîne: Rewşenbîrên Efrînî bi Qêrîna Zeytûnê Bangewazîya Alîyên Sîyasî yên Kurdî Dikin

Di bangewazîyê de, 94 kesayetiyên ji herêma Efrînê nameyek ji alîyên sîyasî yên Kurdên Sûrîyê ra şand, da ku li hewara Efrînê herin û xelkê wê ji zoriyê rizgar bikin, bi rêya ku yekîtîya di nava xwe da ava bikin û bigihin encamekê da ku kurdên li Efrînê mane êdî bes werin, kuştin, derbeder kirin û tecawiz kirin.

Di bangewazîya ku çapek jê giheştbû Dengê Amerîka tê da hatiye ku: “Girtina Efrînê derbasî sala sêyan bû, bê ku tu asoyên bidawîhatina bobelata hatiye serê deverê, dema vegera şêniyên wê yên resen bo malên xwe, xuya bike”.

Herwiha di bangewazîyê da, tê dest nîşan kirin ku: “Tiştê li Efrînê diqewime cînosaydeke çandî ye, bi berdewamî kar li ser guhertina nasnameya herêmê ya çandî û civakî tê kirin”.

Ji aliyê din 20 rêxistinên mafan û yên hiqûqê bangewaziyek din derbarê rewşa xerab ya Efrînê ji rêxistinên civaka navnetewî ra şand, Çavdêrîya Sûrî bo Mafên Mirov (SOHR) jî yek ji wan rêcistna ye yên ku bangewaziya derbarê Efrînê îmza kirine.

Bo danûstandina li ser vê mijarê û zanîna sedemên weşandina van bangewaziyan, bernama Hest Û Helwest mêvandariya Husên Naso Endamê Desteya Yasaya Kurdî ji Almanya û Çeleng Omer Çalakvan û Akademsyon ji bakur û rojhilatê Sûriyê kir.

Çeleng Omer Akademisyon û Çalakvan - Efrîn

Omer ku beşdarî di bangewaziya Qêrîna Zeytûnê da kirîye, li dor armanc û sedema niha weşandina bangewaziyê dibêje"Ev bangewaziya Qêrîna Zeytûnê belkê ew dereng jî hatibe, lê êdî kiryar û tawanên ku Tirkiye li Efrînê dike, giheştîye astek metirsîdar, berî niha me didî ku çendî tawan çê dibûn, lê niha weha bûye ku êdî destdirêjî li ser pîr û kalên Efrînê heye, ew tên kuştin û kurdên di Efrîn da mane wan jî koçber dikin. "

Omer herwiha got, aramnca wan ji vê bangewaziyê ewe ku siyasî û partiyên kurd li ser rewşa Efrînê haydar bikin di dema ku diyaloga di navbera hêzên Kurdên Sûriyê da heye ku bibin yek û bibin bersiv bû êş û derdeseriyên xelkê Efrînê, Çeleng dîsan got "eger ku yekîtiya Kurdan çê bibe jî, yekîtiya bê xwedî derketina li Efrînê çi wateya xwe nîne." Çeleng dibêje.

Naso di bernamê da anî ziman ku wan weke 20 rêxistinên mafan yên daxwazkarên mafên mirovan û dadweriyê bangewaziya xwe ya derbarê Efrînê arasteyî saziyên bilind yên navnetewî kir.

Husên Nasso Parêzer û Yasazan

Naso herwiha got, di vê bangewaziyê da me dixwest ku rêxistinên din yên Erebên Sûrî û aliyên mafxwaz beşdar bibin, lê mixabin ne ku nexwest beşdar bibin, belkî li dij me rawestan". Husên Naso dibêje.

Li dor danûstandina siyasên Kurd û hewildanên yekgirtinê, Naso dibêje" Bêgoman her peymanek di navbera tevegerên kurdî da çê bibe, di navbera 2 kurdan da, çê bibe ciyê rêzgirinê ye, jiber ku Efrîn pîvana kurdayetiyê ye, yekgirtina bê Efrîn çi wateyek xwe namîne".

Husên Naso li dawiyê dibêje, ew piştevanên yekgirtina Kurdan in, lê ew ji encamên danûstandinên di nava hêzên Kurdên Sûriyê da ne geşbîne.

Your browser doesn’t support HTML5

Hest û Helwest 02 06 2020