Xwendekarên Zanîngeha Efrînê Bexşîna Xwînê Dikin

Xwendekarên Zanîngeha Efrînê dest bi însyatîva bexşîna xwînê kirin, bi vê armancê xwendekaran berê xwe dan nexweşxaneya Avrîn.

Ev însyatîv di demekê de ye ku balefirên şer yên artêşa Tirk bajar û gundewarên Efrînê topbaran dike, û di encamê de bi dehan kesan birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane.

Xwendekaran dîyar kir ew dixwazin destê alîkarîyê dirêj beşê tenduristiyê bikin di vê rewşa Efrîn tê re derbaz dibe de.

Berpirsa banka Xwînê Rohêv Şêx pesna vê gava xwendekaran dide, ku bexşîna xwînê girîng e.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Newroz Reşo 21_01_2018