Civîna Salane ya Meclîsa Tenduristîyê li Efrînê Pêk Tê

Efrîn

Bi diruşmeya (Bi hev re ber bi civakeke azad û tendurist ve) Meclîsa Tenduristîyê li Efrînê jibo nirxandina kar û xebatên sala borî, civîna xwe ya salane li dar xist.

Di civînê de bi dehan bijîşk, dermansaz û karmend û xebatkarên beşê tenduristîyê amade bûn.

Derbara vê civînê de hevseroka meclîsa tenduristîyê Anjêla Reşo wiha axifî: "Meclîsa Tenduristîyê fireh bûye, ji sala par de bingehek mezin jê re hatiye danîn û gavên mezin hatin avêtin".

"Di vê civînê de çi kêmasî hene ser tê seknandin, herwiha karê komîtên tenduristîyê di nav komînan de tê nîqaş kirin", Anjêle dîyar kir.

Civînê tekezî li ser girîngîya perwerdekirina karmendên tenduristîyê kir jibo bilindkirina asta hişmenîya tenduristî di nava civakê de.

Endamê odeya dermansazan Şeban Mustefa da zanîn ku: "Nêrîn û pêşniyarên cuda hatin pêşkêş kirin jibo çareserkirina pirsgirêkên rewşa giştî ya saxlemî û tenduristîyê li Kantona Efrînê".

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku meclîsa tenduristîyê li Efrînê sala 2016'an hatiye damezrandin, di nava meclîsê de hemû odeyên bijîşkan, dermansazan, leborator û karmendên naxweşxaneyan cih digirn.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Newroz Reşo