Aslan Mamo: Rewşa Koçberên Efrînê Bûye Karîseteke Mirovahî

Ji ber berdewamiya topbarandina bajarê Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û alîgirên wê, bi hezaran ji niştecihên Efrînê şûn û warên xwe bicî hiştine û bûne koçber li gundewarê devera Şehba ya bi ser bajrê Helebê ve ye.

Dengê Amerîka hevpyevînek bi şêwekar Aslan Mamo re kir, ku ew jî yek ji wan kesên koçber in û tevî malbata xwe li gundê Kefer Naya bi cî bûne.

Hunermend Aslan dibêje:" Rewşa xelkên sivîl pirr metirsîdar e û bi hezaran xelk bê cih û war mane. Tu alîkarî nayê kirin bo me. Xelkê Efrînê bi tenê mane..ev karîsteke mirovahî ye."

Ji aliyekî din ve jî wî anî ziman, ku piraniya koçberan zarok, jin û pîr û kal in û pêwistiya wan bi guhdana tendurisî heye.

Di dawiyê de Aslan dibêje:" Divê ku ev rewş bi awayekî siyasî bê çareserkirin, yan jî wê wêranîk mezin bi ser Efrînê de were.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîna Aslan Memo-3-17-2018-LA