Pêvajoya Xwendinê li Penageha Şehba jiber Êrîşên Tirkîyê Asteng Bûye

Your browser doesn’t support HTML5

Ji ber êrîşên dijwar yên Tirkîyê ser herêma Şehba û nahîya Şêrewa, ku derbiderên Efrînî dimînin, xwendingeh girtî ne

Artêşa Tirk ji 20’Mijdarê û vir ve herêma Şehba û nahîya Şêrewa bi dijwarî bombebaran û topbaran dike. Li Kampa Vegerê ya li gundê Zaretê yê nahîya Şêrewa, ku nêzî bereyên şer e, zarok ji xwendinê bê par mane. Roz Bakîr, zarokeke Efrînî ya derbider e û xwîşka xwe li kampê lêvegera waneyên berê dikin jiber metirsîya êrîşan ew nikarin herin dibistanê.