Di Roja Navnetewî ya Qurbanîyên Hindakirina bi Zorê de ku dikeve 30’ê Tebaxê, malbatên Efrînyên ku ji alîyê komên çekdar ve bi zorê hatine hinda kirin li benda agahyekê dor çarenivîsa wan in.
Hin çalakvanên Kurd dibêjin ku hîn bi hezaran rûniştvanên Efrînî di zindanên komên çekdar yên opozisyona Sûrî de girtî ne. Herwiha bi sedan kesên desteserkirî bi zorê hatine hinda kirin û çarenivîsa wan nedîyar e.
Rûniştvanê Efrînî ku bi navê Celal xwe da nasandin, ji Dengê Amerîka re behsa pismamê xwe kir ku ji 6 salan de bûye qurbanîyê hindakirina bi zorê.
"Em nizanin ew mirî lê zindî ye, kesekî ku ji girtîgeha Marêhê derket ji me re got ku ew ligel pismamê min li zindanê bû. Me pir hewil da xwe bigihîn agahîyekê, wêne yan dengekî tomarkirî, çi nîşaneke rast be, me gelek pere jî dan, lê bê encam bû, hemûyan keysbazî dikir ku sûdê ji êşa me bigirin".
Celal got ku kesekî ji girtîgeheke li Tirkîyê agahî da wan ku pismamê wî li wir desteserkirî ye.
“Em pey wê agahîyê jî ketin, lê bê encam bû. Ez nizanim çi bêjim lê hîn jî em omîda xwe nabirin ku agahîyek ji me re were û çarenivîsa wî dîyar bibe".
Herwiha, rûniştvana Efrînî N.E ku jiber sedemên ewlehîyê nexwest navê xwe eşkere bike, serpêhatîya hindakirina bi zorê ya hevjînê parve kir ku di i meha 4ê sala 2018an de, komekê ew desteser kiribû û wê nizanibû ew kî ne yan çi kes in.
"Heta niha min ti agahî li ser hevjînê xwe wernegirtiye, mirî lê zindî ye, yan li kuderê girtî ye. Min pir hewil da tiştekî li ser zanibim, hin kesan ji min re got ew li cem MÎTa Tirkî girtî ye, lê ez nepiştrast im. Ez tenê agehîyekê dor hevjînê xwe dixwazim, dema ew hat girtin ez bi qîza xwe ducanî bûm, lê wî hîn qîza xwe nedîtiye", N.E got.
Di vê derbarê de, çalakvanê mafên mirovan Îbrahîm Şêxo dîyar kir ku girtîyên Efrînî herî zêde li zindanên El-Raî, Hiwar Kilis, Marêh, û Zîraha li Babê tên desteser kirin.
Wî îdîa kir ku rewşa girtîgehan pir xirab e, girtî rastî êşkenceyê tên û ji hemû mafên xwe yên qanûnî bêpar in.
Şêxo herwiha behsa hin girtî û hindahîyên bi zorê kir ku malbatên wan zanîna çarenivîsa kur û keçên xwe rastî fişaran tên.
"Navbeynkarên (simsar) girêdayî komên çekdar bazirganîyê li ser gritî û hindahîyan dikin, bi hezaran dolar pere ji malbatên wan distînin, tenê jibo ew derkevin pêş dadgehekê. Li pêş dozgerîyê jî dema desteserkirina di zindanên komên çekdar de hatiye borandin, nayê hesibandin", Şêxo got.
Li gor Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê ji dema ku Tirkîyê Efrîn sala 2018’an de dagir kiriye, pirtir ji 9 hezar kes hatine girtin û revandin, hin ji wan hatine berdan, lê hîn jî nêzî 2800 kes di zindanên komên çekdar de girtî ne, ji wan 850 kes ku di nav de jin û zarok jî hene, bi zorê hatine hinda kirin.
Şêxo da zanîn ku li gor qanûn û peymanên navnetewî girtin û revandina welatîyan ku ta niha çarenivîsa pir ji wan veşartî ye sûcên şer û yên li dijî mirovahîyê ne.
Şêxo li ser berpirsîya qanûnî ya hindakirina bi zorê got ku di serî de Tirkîyê, weke desthilata dagirker li herêmê, jiber van sûc û binpêkirinan berpirs e. “Herwiha hemahengîya opozisyonê û hikûmeta wê ya demkî û komên çekdar yên pêve girêdayî, ew jî berpirs in çimkî sûc û binpêkirin bi destê wan tên kirin".
Her di vê çarçovayê de, Tora Sûrî ya Mafên Mirovan (SNHR) ku rêxistineke nêzîkî opozisyona Sûrî ye, di raporta xwe ya salane de bi boneya Roja Navnetewî ya Qurbanîyên Hindakirina bi Zorê, da zanîn ku nêzî 3 hezar kes di nav de jin û zarok jî hene, li ser destê komên çekdar yên opozisyonê ku bi navê "Artêşa Netewî" ne, bi zorê hatine hinda kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Dengê Amerîka bi şêweyeke serbixwe nikanî van hejmarên derbarê girtî û hindahîyên bi zorê piştrast bikira.
Your browser doesn’t support HTML5