Sermaya Zivistanê Rewşa Derbiderên Efrînî Zehmet Kiriye

Dîmenek ji kampa Şehba ya derbiderên Efrînî. Wêne: Newroz Reşo

Rewşa Efrînîyên ku li penageha Şehba derbider in di demsala zivistanê de pir zehmet bûye.

Derbiderên ku ji cîh û warên xwe dûr ketine, ne tenê bi serma û seqema hewayê re rûbirû mane, lê dorpêça ser deverê jî astengîy zêde kirine, çimkî rejîma Sûrî rê nade sûtemenî weke mazot û gaz derbazî deverê bibe, loma derbider azarên zivistanê zêde dikşînin.

Li hember vê rewşê derfetên Rêvebirîya Xweser ya herêma Efrînê qels in, ku ne tenê dorpêça rejîma Sûrî karînên wê sînordar kiriye, lê belê alîyên navneteweyî jî destê alîkarîyê dirêj kampên Efrînîyan nakin.

Di vê derbarê de berpirsên Rêvebirîyê dibêjin ku Neteweyên Yekbûyî û sazîyên wê yên hawarçûnê di nava 4 salan de pir kêm alîkarî pêşkêş Efrînîyên derbider kiriye û li pêwîsîtîyên wan nepirsîye.

Zarokên derbider yên Efrînî li kampa Şehbayê. Wêne: Newroz Reşo.

Di nava vê rewşê de barîna berf û baranê her çiqas xêr û bêr e jibo erdê, lê ew jibo derbideran xem û fikar e, ku çadir wan ji serma, şilî û celbê naparêzin, loma zarok, kesên nexweş û temen mezin tûşî nexweşîyên zivistanê dibin.

Her di vê çarçoveyê de derbider dibêjin ku jîyana wan di hevînê de di nav germ, toz û telazê de derbaz dibe û di zivistanê de jî baran, qeşa û serma barê wan girantir dike, ku ne êzingên zeytûnan hene şevên wan germ bikin, ne jî sûtemenî bi hêsanî peyda dibe ku barê zivistanê sivik bike.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Newroz Reşo