Bi derbasbûna salekê di ser êrîşa Tirkîyê dijî Efrînê, gelê Efrînê yê penaberî herêma Şehba bûye rêzeçalakîyên xwe didomîne.
Di vê çarçovayê de girseyeke gelê Efrînê li pêşîya Navenda Rûsî ya Lihevhatinê li bakurê Helebê kombûn û şandeke gel bi karbidestên Rûsî li navendê hevdîtin kirin.
Hevseroka rêvebirîya Efrînê Şîraz Hemo ragihand ku wan peyamek bi navê gelê Efrînê radestî navenda Rûsî kir.
Wê got:
“Di nameya xwe de me xwest ku Rûsya helwesta xwe sererast bike, û bi erka xwe weke dewleteke xwedî rol li Sûrîyê bilîze”.
Hemo her wiha got:
“Biryara dagîrkerîya Efrînê bi zanîna Rûsîya bû, loma em dixwazin Efrîn ji dagîrkerîyê bê paqij kirin da ku gel vegre cih û ware xwe”
Hemo dîyar kir ku ewê jibo dawîkirina destdanîna Tirkîyê li ser Efrînê bi hemû alîyên peywendîdar re têkilîyên xwe berdewam bikin.
Hemo besîva karbidestên navenda rûsî wiha eşkre kir: “Wan em pêşwazî kirin, helwesteke erênî dest nîşan kirin, û soz dan peyama me bighînin desthilatdarên xwe”.
Hêjayî bi bîr xistinê ye ku berî êrîşa Tirkîyê dijî Efrînê, hêzeke Rûsî li herêmê li Kefer Cenê hebû, û li gund û deverên sînorî pir caran digeriyan, bi destpêkirina êrîşê re vê hêza Rûsî xwe ji Efrînê vekişand û li Şehba li navçeya Til Rifet bi cih bûn.
Your browser doesn’t support HTML5