Kurdên Êzîdî yên ji Efrînî ku li penageha Şehba derbider in, roja Înê û dîsa dûr ji cîhûwarên xwe cejna Êzî pîroz kirin.
Rêvebira Yekîtîya Êzîdîyên Efrînê Meryem Cindo dîyar kir ku jiber dorpêça girankirî ya rejîma Sûrî li ser herêmê û tunebûna şewitê, wan nikarîye resmên cejnê pêk bînin.
“Me dixwest ku serdana malbatên civaka Êzîdî bikin, cenjê li wan pîroz bikin û wateya wê şîrove bikin, kesên me pirtir derbazî cem hevdu bibûna, lê jiber rewşa dorpêçê ev tişt pir hindik pêk hat,” Cindo got.
Jina Êzîdî Gulê Cefer jî dibêje ku cejna Êzî boneyeke pir pîroz e, dibe fersendeke lihevhatin, hezkirin û hevgirtinê.
Ew behsa bîrewarîyên pîrozkirina cejnên berê li Efrînê dike, dema ku malbat li cem hev bûn û karîbûn di cejnan de serdana mezel û zîyaretgehên xwe bikin.
“Şeva cejnê xêr dihatin derxistin û siba cenjê jî nîyaz dihatin xwestin û em diçûn serdana gorên mirîyên xwe, piştre jibo pîrozkirina cejnê me bi komî û mal bi mal serdana hevdu dikir”.
Cejna Êzî weke cejna rojîyê jî tê zanîn, ku dikeve Înîya yekê ji meha Berfanbarê li gor salnameya rojhilatî.
Şêx Zehrî Hesen Ebdalo dibêje ku ew di nava 3 hefteyan de rojî digirin.
“Hefteya yekê jibo Şêşemis 3 rojan digrin, herwiha di hefteya duduyê jibo Xwedan û di hefteya sisîyê de jî jibo Êzî rojî tên girtin û roja çarê dikin cejn, ku her însanekî Êzîdî ku bawerîya xwe bi Xwedê û melayîketan hebe, divê van rojîyan bigire”.
Êzîdîyên Efrînî ku eve nêzî 6 sal in ji cîhûwar û ji mezelên xwe yên pîroz li Efrînê dûr in, li derbiderîyê bi qasî derfetên heyî hewil didin ku erkên xwe yên olî bidomînin.
Di sibeha cejna Êzî de wan serdana goristana cangorîyan li gundê Ehrezê kirin, li vir nîyazên olî hatin xwendin û pîrozbahîya hevdu jî kirin.
Hin Êzîdîyan wek Şêrîn Îso hêvîyên xwe di vê cejnê de parve kirin ku vegera Efrînê ji wan ya herî girîng e.
“Bi vîna Xweda û Tawisê Melek emê vegerin mal û cîhûwarê xwe li Efrînê, aştî çêbibe û mirazên her înasekî bi cîh werin,” Îso got.
Husên Hesen jî hêvî dike ku li cîhanê tevahî bi wekhevî û biratî bi hevre bijîn, hêvîya wan ya vegera Efrînê ye û li cîhên xwe yên pîroz cejnê xwe vejînin.
Deyîka Êzîdî Henanê Nasiro jî hêvî û nîyazên xwe wiha parve dike, “Bi xêr û aştî û aramî her kes vegere cîhûwarê xwe, em dilovanîyê ji cangorîyên xwe re dixwazin û şîfayê ji her birîndarekî re hêvî dikin, herwiha vê cejnê li hemû Êzîdîyan pîroz dikim”.
Hêjayî bîrxistinê ye ku li herêma Efrînê 23 gund û civatên Êzîdî hene. Lê, ji dema dagirkirina Tirkîyê ji Efrînê re sala 2018an vir ve, civaka Êzîdî weke piranîya gelê herêmê derbider bûne.
Your browser doesn’t support HTML5
Raportên mafên mirov gelek binpêkirinên li dijî Êzîdîyan û pîrozîyên wan li Efrînê belge kirine. Komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve, ola Îslamê li Êzîdîyên mayî ferz dikin, mizgeftan li gundên wan ava dikin û mezargehên wan yên pîroz dirûxînin.
Li gor Yekîtîya Êzîdîyên Efrînê, piştî derbiderbûnê nêzî 400 malbatên wan li penageha Şehba dimînin, herwiha li bajarê Helebê jî 1100 malbatên Êzîdî dijîn.
Serokê Yekîtîya Êzîdîyên Efrînê Silêman Cafer wiha qala wate û girîngîya Eyda Êzî dike:
Your browser doesn’t support HTML5