Navdarên Kurd û Sûrî Tevlî Kempeyna Piştgirîya Efrînê Dibin

Hunermendê Kurd Şivan Perwer û hunermendê Sûrî Semîh Şiqêr, bi du nameyên cuda beşdarî kempeyneke piştgirîya bi Efrînê re bûn.

Kempeyna piştgirîya digital ya bi navnîşana (Ev der Çîyayê Kurmênc e) ku bi 5 zimanan li ser torên medya civakî naveroka wê tê belavkirin, ji alîyê rêxistina civaka sivîl (Badêr jibo Pêşvebirina Civakî) tê birêvebirin.

Şivan Perwer di nameya xwe de wiha got, "Xebatkar û xizmetkarê Efrînê, Çiyayê Kurmênc, em Kurd hemû dilbirîn in ser Efrînê de, her hêla welatê xwedî qîmeteke mezin e, Şengal, Kerkûk, Mehabad, Kirmaşan, Amed, Qers, Mereş û heta Efrînê".

Hêjayî gotinê ye ku kempeyna piştgirîya bi Efrînê re mehekê didome, tê de posterên ji qanûn û peymanên navnetewî yên derbarê mafên rûniştvanên resen ku bi darê zorê hatine koçber kirin û mal û milkê wan hatine talan kirin, tên belav kirin.

Herwiha nameyên vîdyoyî ji kesayetên navdar û xwedî bandora civakî yên Kurd û Sûrî jî tên parve kirin, ji wan hunermend Semîh Şiqêr e ku bi stranên xwe yên şoreşgerî naskirî ye.

Şiqêr di nameya piştgirîya bi Efrînê re wiha hestên xwe vegotin, "Efrîn bajarê Sûrî yê rengîn nûmûneyeke zindî ye jibo koçberkirina bi darê zorê ji gelê wê yên Kurd re. Herwiha rûxandina ne tenê civaka wê, lê kevir û darên wê jî. Ev cîhê mixabinîyê ye, lê timî hêvî heye madem kesên wisa hene ku bawer dikin ev maf divê ji xwedîyên wan re vegerin".

Berdevkê kempeynê rojnamevan Hesen Qoşo sedemên destpêkirina vê projeyê wiha şîrove kir, "Pêşî me xwest balê bikşînin ser guhertina demografîk li Efrînê, herwiha nasnameya wê ya Kurdî û guhertina çandî ku lê çêdibe. Ya din me xwest bi rengekî nû piştgirîya Efrînê bikin, ne bi rengê sîyasî yan ji partîtî".

Li ser bijartina Efrînê di kempeyna piştgirîyê de, Qoşo da zanîn ku wan xwestiye pêşî girîngîyê bêtir bidin Efrînê weke nimûne.

"Projeyên me jibo herêmên Sûrî yên din jî hene, weke Serêkanîyê, Girêspî, herwiha bajarên li hêla Himis, Şam û Helebê ku guhertina demografîk li wan jî çêbûye. Me xwest ji Efrînê destpê bikin, çimkî guhertinên mezin li wir çêdibin û gelê wê çi yên li hindur mane yan koçber bûne bedelên vê yekê didin", Qoşo got.

Ji dema ku Tirkîyê herêma Efrîn di sala 2018an de dagîr kiriye, sûc û binpêkirinên berfireh derheqê mafên mirovan de li vê herêma Kurdî tên encamdan. Gelek sazîyên mafên mirov ev sûc û binpêkirin belge kirine û weke tawanên şer û yên li dijî mirovahîyê binav kirine.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Newroz Reşo