Bi berdewamiya êrîşên artêşa Tirkiyê li ser Efrînê, rewşa xelkên sivîl yên bajêr û gundewarên wê ketiye bin metirsiyeke mezin de û Tirkiyê belav dike ku xelek ji cihên xwe derdikevin û warên xwe vala dikin.
Di derbarî van agahiyan de, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi nivîskar û rojnamevan Ciwan Nebî re kir, da van agahiyan ron û zelel bike.
Birêz Ciwan di derbarî agahiyên ku hatine belavkirin ji aliyê medya Turkî ve, bi destberdana xelkên Efrînê ji gund û warên xwe ve, dibêje: "Ev gotin ne rast e, ew piropogenda ye ji aliyê Tirkiyê ve, ji bo lewaz kirina moralê xelkê û têkbirina wan ya deronî ve."
Her wiha jî nivîskar Ciwan got, ku rê di nav Efrînê û deverên din yên kurdî nehtiye qut kirin û şandên sivîl ji Qamişlo û Kobanê berdewam diçin Efrînê ji bo piştevaniya xelkên wê.
Ji aliyekî din ve jî, li bajarokê Girê Sipî, Omer Elûş hevserokê komîta pêwendiyên girştî yê encûmena sivîl ya Raqa, di mala xwe de hate kuştin. Ciwan di derbarî vê bûyerê de got:" Kesyatek mîna Elûş pirr bi bandor bû di nav civatê de û kuştina wî têkçûnek mezin e ji hemû pêkhateyên wê herêmî re, di vê dema bi aloz ve."
Your browser doesn’t support HTML5