Êîrşeke Ser Perestgeheke Sîxan li Afghanistanê Du Kesan Dikuje

Li paytexta Afghanîstan Kabulê roja Şemiyê êrîşek li ser perestgeheke Sîxan bû û herî kêm 2 kes mirin û 7 kes birîndar bûn, piştî teqîna otombîleke bumbekirî, li gor karbidestan. Ti aliyekî tavilê berpirsyariya êrîşê ranegihand.

Di dîmenên ku ji aliyê dezgeha medyayî ya navxweyî Tolo ve hatin weşandin de dûman li herêmê radibû. Berdevkê navxweyî yê Talîbanê got ku êrîşkaran otomobîlek bi teqemenî bar kiribûn, lê ew berî ku bigihêje armanca xwe hat teqandin.

Karbidestekî perestgehê bi navê Gornam Singh, got: "Li hundurê perestgehê derdora 30 kes hebûn." "Em nizanin çend ji wan sax in an çend mirî ne."

Singh ji Reutersê re got, rayedarên perestgehê nizanin çi bikin, ji ber ku Talîban destûr neda wan.

Berdevkê fermandariya Kabulê diyar kir ku hêzên wan navçe kontrol kirine û ji êrîşkaran paqij kirine. Wî anî ziman ku di êrîşê de bawermendekî Sîx û serbazekî Talîbanê jî di operasyona paqijkirinê de hat kuştin.

Ji dema ku di Tebaxê de desthilatdarî girt, Talîban dibêje ku wan ewlekariya Afghanîstanê pêk aniye, her çendî ku karbidest û vekolerên navnetewî dibêjin metirsiya vejîna mîlîtanan berdewam e.

Hin êrîşan di mehên dawî de ji aliyê rêxistina Dewleta Îslamî ve hatin kirin.

Sîx li Afghanîstana ku bi piranî Misilman e, kêmaniyeke olî ya piçûk e, ku ji 300 malbat pêk tê berî ku welat bikeve destê Talîbanê. Lê gelek paşê çûn, endamên civakê û medyayê dibêjin.

Mîna kêmaniyên olî yên din, Six jî li Afghanistanê bûne armanca tundûtûjiyê.

Êrîşa li perestgeheke din a Kabulê di sala 2020 de ku 25 kes hatibûn kuştin, ji aliyê Dewleta Îslamî ve hatibû kirin.

Wezareta derve ya Hindistanê dilgiraniya xwe li ser raportên êrîşê nîşan da. Berdevkê wezareta derve Arindam Bagchi di daxuyaniyekê de got: "Em ji nêzîk ve rewşê dişopînin û li benda hûrgiliyên zêdetir in."

Teqîna Şemiyê piştî teqîna roja borî li mizgefteke bajarê Kunduzê yê bakur pêk hat ku di encamê de kesek hat kuştin û du birîndar bûn, li gorî rayedaran.

Çavkanî: Reuters