Balyozxaneya Afganistanê Ya Li Hindistanê Karê Xwe Hilawêst

Balyozxaneya Afganistanê ya li Hindistanê

Balyozxaneya Afganistanê ya li Hindistanê roja Yekşemê xebatên xwe hilawêstin, piştî zêdetirî du salan ji vegera Talîbanê ser desthilatê li Kabulê, ku tê de Talîbanê hukûmeta ku rojava piştgirîya wê dikir rûxand.

Piraniya welatên biyanî , di nav de jî Hindistan, bi fermî hikûmeta Talîbanê ya Afganistanê nas nakin, lê wê wekî desthilatdariya defakto qebûl dikin.

Vê yekê hişt ku gelek balyozxane û konsulxaneyên Afganî di nezelaliyê de bin, digel ku dîplomatên ku ji hêla hukûmeta berê ve hatine erkdarkirin red dikin ku kontrola avahî û milkên balyozxaneyê bidin nûnerên ku ji hêla rayedarên Talîban ve hatine hilbijartin.

Daxuyaniya balyozxaneyê ku li ser platforma medyaya civakî X hat weşandin, got: "Xemgîniyeke kûr e ku balyozxaneya Afganistanê li New Delhi vê biryara hilawêstina xebata xwe radigihîne."

Hindistan dê di asta kargêrîyê de kontrola balyozxaneyê bike, wê got.

New Delhi tevahiya erka xwe ji Kabulê vala kir dema ku Talîban di Tebaxa 2021an de paytexta Afganistanê kontrol kir, lê sala borî tîmek piçûk şand da ku balyozxaneya xwe ya berfireh ji nû ve veke.

Piraniya welatên biyanî bi heman awayî wê demê karmendên dîplomatîk vekişandin û venegeriyan, her çendî ku çend balyozxane, di nav de jî yên Pakistan, Çîn û Rûsyayê, qet nehatin girtin, û hîn jî balyozên xwe li Kabulê hene.

Çavkanî: AFP