Lehîyên Afganistanê Bêhtirî 300 Kesan Dikujin

Berpirs îro Yekşemê radigihînin ku lehîyên bi baranên pir re çêbûne li bakurê Afganistên zirarên mezin çêkirine.

Li gor ragihandina berpirsan jiber lehîyan 315 kes mirine pirtir ji 1600 kes birîndar bûne ku sazîyên alîkarîyê jî banga mezinbûna zararan didin.

Wezareta Penaberan, ku Talîban bi rêve dibe, da zanîn ku bi hezaran malan zarar dîtine û komên alîkarîyan jî dîyar dikin ku hin binesazîyên krîtîk yên avê û navendên saxlemîyê hilweşîne.

Li Nahrin ya Baghlanê mirovan mirîyên xwe kefen kirin û birin goristanan.

Mihemed Yaqub, ku 13 nasên wî canên xwe ji dest dane, di nav de zarok jî hebûn, dîyar kir ku ew bi rewişeke dijwar re rûbirû mane.

‘’Tiştekî em bixwin tuneye, av nemaye, cihekî em lê bisitirin tuneye, lihêf tuneye, tiştekî me tune, lehî hat her tişt bi xwe re bir.’’

Wî dîyar kir ku kesên sax mane ketine rewişe dijwar û da zanîn ku ji 42 malan bi tenê 2 yan jî 3 mal li cîhên xwe mane.

Wezîrê Aborî yê Talîbanê Dîn Mihemed Hanîf bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), sazîyên alîkarîyê kir ku jibo mexdûrên lehîyan destekê bidin.

Rêvebirê Save the Children yê Afganistanê Arşad Malîk dîyar kir ku mirov û tiştên wan pê debarên xwe dikirin di bin avê de mane û lehîyan gund hilweşandine.

Malîk da zanîn ku ew texmîn dike ku li herêma lehîyan pirtir ji 300,000 zarok dijîn û dîyar kir ku zarokan her tiştên xwe hinda kirine.

Wezareta Penaberan dîyar kir ku hejmarên dawî yên mirî û birîndaran ji ofîsa bajêr ya Baghlan hatine.

Wezareta Navxweyî berê dabû zanîn ku hejmara mirîyên lehîyan 153 ye û dîyar kiribû ku ew hejmar dikare zêdetir bibe.

Afganistan li hember felaketên xwezayî qels e û NY dibêje ew welat yek ji wan welatan e ku li hember guherîna îqlimê ti berevanîya wan ya xurt tuneye.

Talîbanê 2021’an bi vekişîna hêzên bîyan re rêvebirîya welêt bi dest xwe xist û bi qutbûna alîkarîyên pêşvebirinê ew bi kêmbûna alîkarîyan re rûbirû ma.

Jiber krîzên cîhanî yên hikûmetên bîyan û jiber sînordarkirinên Talîbanê yên dijî jinên Afganî, rewşa alîkarîyên jibo Afganistanê xirabtir dibe.

Jêder: Reuters