Talîban Dibêje Ew Niha Axaftinên Rasterast bi Hikûmetê re Nake

Berpirsekî Tevgera Talîbanê îro Yekşemê got ew niha axaftinên rasterast bi hikûmetê re nake.

Talîbanê daxuyaniya wezîrekî Afghanstanê red kir li dor pilanên lidarxistina kombûnekê di nava du hefteyan de.

Wezîrê dewletê ji bo karûbarên aştiyê Ebdulselam Rehîmî gotibû ew hêvî dikine ku axaftinên rasterast bi Talîbanê re di du hefteyên bê de li welatekî Ewrupî bêne ancamdan.

Wî got wê hikûmet bi şandeka ji 15 endaman beşdar bibe.

Lê peyvdarê nivîsîngeha Talîbanê li welatê Qeterê Suheyl Şahîn ev axaftin red kir û got axaftinên bi hikûmetê re dê tenê bibin piştî ku rêkeftinek li gel Amerîka bê îmzekirin li dor derketina hêzên Amerîka ji Afghanistanê.

Şahîn got:

“Axaftinên navxweyî yên Afghanistanê dê dest bikin piştî ku vekişandina hêzên biyanî were ragihandin.”