Jiber Baran û Lehîyên Bihêz li Afganistanê Herî Kêm 50 Kesan Canê Xwe ji Dest Dane

Qurbaniyên lehiyên li Afganistanê

Karbidestekî îro Şemîyê ragihand ku bi baranên boş û lehîyan li Afganistanê bi kêmî ve 50 kesan canên xwe ji dest dane.

Serokê Departmana Agahîyê ya Ghor Mawlawi Abdul Hai Zaeem ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re dîyar kir ku hîn ne zelal e ku jiber baranên pir û lehîyan çend kes birîndar bûne.

Zaeem da zanîn ku li Feroz-Koh ya paytexta eyaletê 2,000 mal hilweşîne, pirtir ji 4,000 mal zarar dîtine û pirtir ji 2,000 dikan jî di bin avê de mane.

Li gor ragihandina karbidestan, lehîyên jiber baranên pir çêbûne hefteya borî li bakurê Afganistanê 315 kesan canên xwe ji dest dane û pirtir ji 1600 kesan jî birîndar bûne.

Wezareta Berevanî ya Afganistanê roja Çarşemê ragihand ku helîkoptereke ji alîyê hêzên Afgan ve dihat karanîn dema li Ghorê termên ketine çêm radikirine jiber kêşeyên teknîk ketiye, 1 kes miriye û hejmara birîndaran jî 12 ye.

Li Afganistanê felaketên xwezayî çêdibin ku Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar dike ku ew welat li hember guherîna îqlim yek ji wan welatan e ku bê berevanî ye.

Piştî Talîbanê rêvebirîya Afganistanê bi dest xwe xist hêzên bîyanî sala 2021’an ji welêt vekişîn û alîkarîyên pêşveçûnê ji welêt hatin birîn ku jiber vê rewişê welat ket rewişeke dijwar.

Bala dewletên bîyan li ser krîzên global in û jiber zexta Talîbanê ya li ser jinên li Afganitanê ew rêvebirî pirtir tê şermazar kirin û rewişa li wir xirabtir dibe.

Jêder: Reuters