Di Peqîna Hember Mizgeftekê de 4 Kes li Afganistanê Hatin Kuştin

Karbidestên Afganî dibêjin, di peqîneke hêzdar ya hember mizgeftekê de, herî kêm 4 kes li herêma Nangarhar ya rojhilata Afganistanê hatin kuştin.

Berdevkê hikûmeta herêmî Attaullah Khogyani ji VOA re got ku di nav kuştîyan de meleyê mizgeftê jî heye. Khogyani tirsa xwe dîyar kir ku hejmara kuştîyan dikare pirtir be, jiber ku rewşa gelek birîndaran xeter e.

Demûdest ti kes berpirsîya peqînê hilneda ser xwe, lê kampa mîlîtanên Dewleta Îslamî (DAIŞ) û yên Talîbanê li wê herêma nêzîkî Pakistanê hene.