Di Êrîşên Xwekujî de Dehan Polîsên Afganî Hatine Kuştin

Bombevanên xwekujî yên Talîbanê îro Pêncşemê bi otomobîlan êrîş birin ser konvoyeke polîsên Afganî û herî kêm 30 karmendên ewlehîyê kuştin.

Karbidestên Afganî didine zanîn ku di êrîşa Kabulê de bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Jêderên xwecihî dîyar dikin ku dema karwan bû armanca êrîşan, xwendekar û tevlîbûyên nû di nav otomobîlan de hebûn.

Karbidestên xwecîhî ji VOA re piştrast kir ku peqînên ser hev de qewimîne û polîsan kuçtî û birîndaran ji cîhê bûyerê veduguhestin.

Serokê Afganî Ashraf Ghani êrîşa terorîstî mehmum kir û wek tawana dijî mirovahîye bi nav kir.