Di Êrîşeke Xwekujî de Herî Kêm 8 Kes li Afganistanê Hatin Kuştin

Bombevanekî xwekuj îro Sêşemê êrîş bir taxa dîplomatîk ya Kabula paytaxta Afganistanê û herî kêm 8 kes hatine kuştin.

Karbidestên saxlemî yên Afganî ragihand ku di êrîşê de gelek kesên din jî birîndar bûn.

Rêxistina Dewleta Îslamî berpirsîya êrîşê hilgirt ser xwe.

Di nav vê mehê de, êrîşvanekî xwekuj otomobîla bombebarkirî li nêzî akademîya leşkerî ya Afganî peqandibû û 15 xwendekarên leşker kuştibûn, jimareke din jî birîndar kiribûn.

Talîbanê berpirsîya wê êrîşê rakiribû ser xwe.

Di êrîşeke xwekujî ya din ya heman hefteyî de jî 50 Şîa li nêzî mizgefteke nêzî Kabilê hatibûn kuştin.