Li Afganistanê bi Dehan Kes di Êrîşeke Xwekujî de Hatine Kuştin

Di êrîşeke mezin ya xwekujî de, herî kêm 29 kes li eyaleta Helmend ya Afganistanê hatine kuştin, pirtir ji 60 kesên din jî birîndar bûn.

Dîdevan dibêjin, peqîn di wê demê de qewimî ku leşker û karmendên hikûmetê li dervayê bankaya New Kabul Bank ya li paytaxta herêmî Leşkergeh civîbûn ku mehaneyên xwe wergirin.

Berdevkê hikûmeta xwecîhî Omar Zwak ji VOA re ragihand ku hinek ji birîndaran di rewşeke krîtîk de ne.

Peqîna kujêr ya îro, çend roj berî eyda Ramazanê tê ku Misilman li benda wê eyda girîng in.

Hêjayî gotinê ye ku heta niha ti kes berpirsîya wê êrîşê ranekiriye ser xwe.