Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku karsazê dewlemend yê Rûs Roman Abramovich li Stenbolê beşdarî danûstandinên aştîyê yên Rûsya û Ukrayna dibe.
Abramovich, ku bi olîgarkîya xwe jî tê nas kirin, jiber şerê Rûsya û Ukrayna bi toleyên welatên rojava re rûbirû maye.
Kremlînê dîyar kiribû ku Abramovich bo danûstandinên aştîyê di hewildanê de ye û dabû zanîn ku peyvajoya bêyî wî jî êdî dikare bimeşe.