Aborîzan Sonmez Dibêje Hilbijartin Dikare Aborîya Tirkîyê Xurt Bike

Aborîzan Mustafa Sonmez dîyar dike ku li Tirkîyê hemî pêzanînên aborîyê dîde nîşan ku aborîya welat her ku diçe xirabtir dibe.

Roja Çarşemê nirxê dolar û euro li hember lîraya Tirkî îsal care yekê ye ku ev qas ket xwarê. Di destpêka roja de 1 dolar 17,59 lîraya Tirkî û 1euro jî 18,03 lîra bû.

Bi vê yekê ve girêdayî aborîzan Sonmez dibêje ku biryarên faîzê yên Banka Navendî ya Amerîka (FED) dibe sedema bilindbûna nirxê dolar û wek diravên din nirxê lîraya Tirkî dikeve.

“Li hemî welatan diravên heremî jibo ku xwe li hember dolar biparêze faîzên diravên xwe bilind dikin. Lê Tirkîyê û bi taybetî Erdogan ev nêzî salekê ye polîtîkayek bi tam berevajî bi rêve dibe. Ev jî dibe sedema ketina nirxê lîraya Tirkî û enflasyona bilind. Jiber enflasyona bilind jî gel zêdetir berê xwe didin dolarê.”

Sonmez bi berdewamî dibêje ku yek ji sedema din ya aborîya xirab jî bêbawerîya dijî Tirkîyê ye.

“Dijî polîtîkayên Erdogan û hikûmeta wî bêbêwarîyêk mezin hem li hindur hem jî li derveyê welat heye. Em vê yekê ji pêzanînên Pirîma Rîskê ya Kredî (CDS) dibînin. Minak pêduvî bû ku Tirkîyê niha bi faîza sedî % 3 deyndar bûya. Lê niha Tirkîyê bi faîza sedî % 12 dikare deyndar bibe.”

Sonmez jibo sererastkirina vê aborîya xirab jî bawer dike ku ne pêkan e heta hilbijartinan pêşketinek erênî pêk were.

“Bawerîya mirovan li Lîrayê Tirkî nayê. Jiber vê yekê jî piranîya mirovan dolar û euro distînin. Mirov pêşîya xwe nabînin. Eger hilbijartinek pêk were ev nedîyarî dê ji holê rabe û ronîyek wê di dawîya tunelê xuya bike.”

Hêjayî gotinê ye ku Banka Navendî ya Tirkîye dê sibe roja Pençşemê biryara xwe ya faîzê eşkere bike ku Sonmez di wê bawerîyê ye de ku faîz dê sabît were hiştin.

Your browser doesn’t support HTML5

MEB_7_20_22_Aborîya_Tirkîyê_M_Sonmez