Aborîzan Sonmez Ketina Nirxê Lirayê Tirkî Dinirxîne

Lîrayê Tikrî

Li Tirkîyê nirxê lirayê Tirkî li hember nirxê diravên bîyanî cara yekê ye ku ewqas dikeve. Bi vê yekê girêdayî, li gor pêzanînên roja Duşem’ê 1 dolar 9,32 Lîrayê Tirkî bû, û 1 Euro jî 10,82 Lîraya Tirkî ye.

Li gor aborîzanan yek ji sedemên herî giring ya ketina nirxê Lîrayê Tirkî li hember diravên bîyanî, hevdîtina Serokê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan ya bi Serokê Banqa Navendî Şahap Kavcioglu re ye.

Jiber ku piştî vê hevdîtinê bi biryara Erdogan, du Cîgirên Serokê Banqa Navendî û endamek Komîteya Polîtîkayên Dirav ji kar hatin dûrxistin.

Aborîzan Mustafa Sonmez

Aborîzan Mustafa Sonmez jî di heman bawerîyê de ye ku ew jî dibêje ku ji kar durxistina endamên Banqa Navendî dibe sedema bêbawerîyê û ev jî yek ji dibe sedemên ketina nirxê Lîrayê Tirkî û wî di berdewamîya axaftina xwe de jî dîyar kir ku desthilat nikare pêşîya bilindbûna diravên bîyanî li hember Lîrayê Tirkî bigire.

“Jibo kontrolkirina diravên bîyanî du rê hene. Yek an divê faîzên Lîrayê Tirkî werin zêde kirin da ku gel diravên bîyanî bifroşin. An jî divê Banqa Navendî rezervên xwe yên diravên bîyanî bifroşe û bi vê yekê ve girêdayî an jî divê ji derveyî welat diravên bîyanî werin da ku nirxê Lîrayê Tirkî bilind bibe.”

Aborîzan Sonmez jibo van her du rêyan jî tîne ziman ku ne rezervên Banqa Navendî hene ne jî Erdogan dixwaze faîzan bilind bike.

Herwiha Sonmez dibêje ku li Tirkîye bêbawerîyek mezin ya li ser Lîrayê Tirkî heye. Dîsa deynê dervê yê Tirkîyê zêde ye û gelek berhem û amûr ji derveyî Tirkîyê têne kirin ku ev jî dibin sedema ketina nirxê Lîrayê Tirkî.

Aborîzan Sonmez herî dawî jî dibêje ku eger nirxê Lîrayê Tirkî her roj 3 qirûş bikeve dibe ku dawîya salê 1 dolar li hember Lîrayê Tirkîbibe 10,91 Lîrayê Tirkî.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Stenbolê 18 10 2021