Li Enqerê Karsaz Û Bikir Ji Rewşa Xerab Ya Aboriyê Nerazîne

Bazarekî Enqerê

Li sûk û bazarên Enqerê jiber rewşa aborîya Tirkiyê ya xerab hem bikir û hem jî karsaz gazîndan dikin.

Li gorî statîstîkan di nav du salên dawî de (2019-2021) dolar li beranberî lîrayê Tirkiyê %46, Euro %54, zêr %75 bilind bûye.

Di vê navberê de rûn %116, elektrîk %31, gaza sirûştî %23,5 zem girtîye. Di sînorên xizanîyê de jî 1008 lîra zêde bûye.

Ev rewşa hanê li tevahîya Tirkiyê, taybet jî, di nav bazar û sûkan de bikir û esnafên Enqerê ji nêz ve eleqeder dike.

Uluk Elen li Bazarekî Enqerê


Ulkî Elen, bi xwe xebatkara nav malan e û diçe paxijîya xanîyan. Gazinda wê ya bingehîn ewe ku, bixwe nikare debara xwe bike. Di nav bazaraên Enqerê de hestê xwe ji bo Dengê Amerîkayê wiha diyar dike "Ez diçim paxijîya malan. Çiqas bixebitim jî debara xwe nikarim bikim.

Ev sê sale ku ez ji bo alîkarîyê serî li partîya desthilat AKP'ê didim. Heta niha jî ji wan alîkarîyek nehat. Ez nikarim kirêya xanîyê xwe bidim. Ana min li bazarê temaşe kir, pir giran e. Gelek kes wek min di tengasîyê de ne. Dibe ku ji bo desthilatîy kêşe nebe, lê pirsgirêkên me yên aborîyê gelek mezin in. Yek qutik rûnê zeytûnê bûye 110 lîra. Emê çawa bikirin û çawa bixwin."

CANİP KAYA li Bazarekî Enqerê


Esnafên Enqerê jî li ber zeman û bihabûnê wek bikiran gazînc dikin. Canîp Kaya, ji lingê xwe de kût e û nikare kar bike. Ew dîsa jî tê bazarê ku ji bo derbaz kirina debara jiyana xwe kar bike. Kaya jî hestên xwe ji bo Dengê Amerîkayê wiha radigîhîne, "Ka temaşa bike, ana di vê bazarê de deh esnaf hene, heta niha jî hîç esnafeke sifteh nekirîye. Gava firotin nebe ev esnafana wê çawa debara xwe bikin. Ev gel wê çi bixwe? Ez bixwe kût im û ji karketîme. 2500 lîra her meh digrim lê ev ji bo malbata me têrnake, li ber vî jî divêt ez bixebitim. Heta êvarê 50 lîra bikaribim qezenc bikim nekim ew jî diyar nîne. Heke qezenc bikim wê gavê dikarim nan bibim malê. Gava em li yê ser temaşe dikin ji bo wan her tişt baş e, lê rastî ji bo me jî her tişt xirabe."

Deam ku bazarê kirînê kêm bibe, di heman demî de firotina esnafan jî dadikeve xwarê. Di nav salên 2019 û 2021 an de Înflasyona Tirkiyê sedan 25 bilind bûye. Ji ber vê jî di warê kirîn û firotinê de jî daketinek çêbûye.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Enqerê 11 08 2021