Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî dibêje ku armanca qedexeya firînên Herêma Kurdistanê, ne birçîkirina gelê Kurd e.
Abadî di daxuyanîyeke nivîskî de ser helwesta hikûmeta wê sekinî:
“Kontrolkirina hikûmeta navendî ya qada esmanî û derîyên sînor, wek karbidestên Herêma Kurdistanê îdia dikin, ne jibo birçîhiştina Kurdan e û pêşîgirtina gîhandina pêdivîyên hemwelatîyên herêmê ne.”
Pispor dibêjin ger ew qedexe demek dirêj berdewam bike, rewşa xirab ya aborîya herêmê wê hîn xirabtir be.