Rêvebirîya Xweser Biryara Hildana Ala Nû ya Sûrîyê Dide

Dîmenek ji Şama paytext.

Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê îro Pêncşemê biryar da ku ala nû ya Sûrîyê li seranserê deverên jêr kontrola wê were hildan.

Civata Gelên Demokrat ya ser bi Rêvebirîya Xweser di daxuyanîyekê de got ala Sûrî ku hemû sazî û dezgehên fermî li deverê were hildan. Ev biryar tê çend rojan piştî ketina rejîma Serok Beşar el Esed û hatina serhildayên Sûrî ser desthilatê.

"Bi helkefta dawîbûna qonaxa zilm û zordarîyê ku rejîma Sûrî bêtirî 50 salan ser gelê Sûrîyê ferz kiribû... û ligel vê guhertina dîrokî, ala serxwebûnê sembola qonaxa nû ye," daxuyanîyê got.

Ala nû ku opozisyona Sûrî bi serkêşîya Heyet Tehrîr el Şam bikar tîne, wekî ala serxwebûna Sûrîyê ji Fransayê hatîye zanîn. Ev al ji binî ve reş e, di naverastê de sipî ligel sê stêrkên sor e û li jor jî kesk e.

Ji destpêka serhildana 2011an ya li dijî rejîma Esed ya berê, gelek alîyên opozisyonê ev al hilbijartibû da ku wan ji ala fermî ya Sûrîyê cuda bike. Ala rejîma berê ji reş li binî, sipî li naverastê ligel du stêrkên kes û sor li jor pêk dihat.

Hêzên Sûrîya Demokratîk jî piştî ketina rejîma Esed ragihand ku ew di qonaxa nû de jibo dîyalogê ligel hemû alîyên Sûrî amade ye.

Tê ragihandin ku şandek ji pêkhateyên deverê hatiye amadekirin da ku biçin Şamê û ligel rêberên nû kombûnekê pêk bînin.