Rêvebirîya Xweser Banga Parastina Navnetewî ya Bendava Tişrînê Dike

Dimenek bendava Tişrînê (Arşîv)

Desteya Jîngehê ya Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê îro Duşemê jibo parastina Bendava Tişrînê li gundewarê Minbicê banga cîhkirina hêzeke navnetewî li wê deverê kir.

Rêvebirîya Xweser hişyarî da ku êrîşên komên girêdayî Tirkîyê û bomberanên esmanî yên Tirkîyê yên li ser Bendava Tişrînê jibo jîyana bi sed hezaran rûniştvann li wê deverê xeterîya mezin çêdike.

Daxuyanî dibêje ku wêrankirina bendavê wê bibe sedema kmalwêranîyeke mirovahî; zîyanên giran yên jîngehê, koçberbûna bi sed hezaran niştecîhan, wêrankirina bi sedan gundan, û qutbûna berfereh ya elektrîkê li herêmê.

Rêvebirîya Xweser dîyar kir ku êrîşên Tirkîyê li ser bendava Tişrînê bêaramîya li Sûrîyê zêde dike û jibo pêkanîna destûreke nû ya Sûrîyê bi rêya dîyalog û danûstandinên lezgîn hewce ne.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî îro ragihand ku li dora Bendava Tişrînê di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û çekdarên bi piştgirîya Tirkîyê pevçûnên giran didomin.

SOHR da zanîn ku di encama bomberan, êrîşên esmanî û pevçûnên di navbera HSD’ê û komên çete yên bi piştgirîya Tirkîyê de li herema Minbicê, ji 12’ ê Berfanbarê ve, bi giştî 452 kes hatine kuştin.

“44 sivîl, ji wan şeş jin û du zarok. 333 çekdarên ku Tirkîye piştgirîya wan dike. 75 endamên HSD û hêzên leşkerî yên girêdayê wê.”

SOHR bal kişand ku ev êrîşên dawî yên hêzên Tirkîyê pêk tên, dema ku Enqere hewil dide zêdetir herêmên din yên Sûrîyê dagir bike û tevî zêdebûna bangên karbidestên navnetewî li Enqerê jibo rawestandina êrîşên xwe li Sûrîyê.

Jêder: AANES, SOHR