Ofîsa Ragihandinê ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) berî demeke ki ragihand ku parlementerê wê yê Dêrsimê Alîcan Onlu li Enqerê hate binçav kirin.
Daxuyanîya HDP’ê dîyar dike ku Onlu jibo ku here Elazîzê li firokê sîwar bûbû û karbidestan ew firok li esmanê zivirandiye Enqerê ku Onlu binçav bikin.
Do Sêşemê kî du parlamenterên din yên HDP’ê, nûnerê Amedê Çaglar Demîrel û ya Sêrtê Besîme Konca, hatibûn girtin.
Hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û heşt parlementerên wê partîyê di meha borî de hatibûn girtin û hejmara parlementerên girtî bûye 12 kes.
Hêjayî bîrxistinê ye ku dadgeheke Amedê jibo 6 parlementerên din jî biryara bi zorê anîna pêş dozgerîyê dabû.