Balyozê Rûsya li Amerîka Anatoly Antonov got ku Serokê Rûsî Vladimir Putin ser êrîşa domdar ya Ukrayna ya li herêma Kurskê bersîvdanek hazir kiriye.
Antonov ji meyaya dewletê ya Rûsî re dîyar kir ku ew ji dil bawer dike ku ewê berpirsên êrîşên Kurskê bi awayekî giran werin ceza kirin.
Antonov ser planên Putin zêdetir hûrgilî neda. Lê, şîroveyên wî piştî civîna Putin ya Pêncşemê ya bi walîyên herêmên sînor û karbidestên payabilind re hat.
Antonov, ku ji 2017’an vir ve li ser kar e, hişyarî da ku Amerîka wê piştî cîhekî hemî sînordarkirinên ser çekên jibo Ukrayna rake.
‘’Rêvebirîya niha wek kesekî wisa tevdigere ku destekî xwe dirêj dike û di destê wî yê din de jî xençer heye.’’
Wî ser şiroveyên dawî yên Washingtonê wek ‘’sorkirin’’ bi nav kir ku gotibû ku ewê destûr nede Kîevê ku çekên Amerîkî li kûrahîyên axên Rûsî werin karanîn.
Balyozê Rûsî îdia kir ku Washington jibo biryara ser rakirina hemî sînordarkirinan bimgehê amade dike.
Amerîka ji 2022’yan vir ve pirtir ji 55 mîlyar dolarî piştgirîya leşkerî da Ukrayna, lê karanîna çekên Amerîkî sînordar kir ku Kîev dikare wan li nav axa welêt û operasyonên dersînor yên jibo berevanîyê bixebitîne.
Kievê ragihand ku ew li Kurskê bombe û roketên sîstema HIMARS yên Amerîka dixebitîne.
Washingtonê ser ragihandina Kîevê ya derbarê karanîna çekên Amerîkî li Kurskê ti şîroveyeke rastexwe nekir. Lê, Washington dîyar dike ku polîtîkayên wê neguherîne û li gor nêrîna wê Ukrayna li hember dagirkerîya Rûsya, berevanîya xwe dike.
Jêder: Reuters