Yekîtîya Ewrupa yê, jibo Îraq ê, ber bi vekirina nuneratîyeke diplomatîk ve diçe

Serokên Yekîtîya Ewrupa yê yên ku seredana Îraqê kirin vê heftîya buhurî, dibêjin, ew hîvîdarin ku di nav çend meha de nuneratîyên dîplomatîk li Îraqê vekin.

Seroka karên derve yên YE ê Benita Ferrero-Waldner dibêje, nuneratîya YE ê li Îraqê ya daîmî dê di destpêkê de piçuk be, belê dê mezintir bibe piştî ku rewşa tenahîyê li vî welatî desturê bide. Xanim Waldner got, YE dixwaze ku ev nuneratî di (wek ku dibêjin) Xêza Kesk ya Tenahîyê de li Bexdayê bête saz kirin.

Birêz Ferrero-Waldner dibêje Yekîtîya Ewrupa yê, dê pêşî nunerek berendam bike ku bi karbidestên Îraqê re dest bi axaftinên sîyasî bikin.

YE, di 22 ê meha Hezîran ê de li Brukselê, mêhvandarîyê ji civîneke gelek mezin li ser Îraq re dike, ku karbidest bi nîyeta pêşkêş kirina pêşnîyazekê ji bo alîkarîya hukumeta Îraq ê bikin bi axivin.