Li Iraqê bi kêmî 120 xirapkar hatine girtin - 2005-03-26

Karbidest li Bexda dibêjin hêzêt parastina Iraqê bi kêmî 120 xirapkar girtin bi gomana danana plana bo hêrişkirne ser Musilmanêt Şî’a. Karbidestêt wezareta berevanîya Iraqê dibêjin ev xirapkare evro şembî li dervey bajêrê pîrozê Kerbela hatine girtin. Serbaza herwesa dest biser jimareka tonêt kerestêt peqandinê û bi sedan çek û cibelxanê girtin. Karbidestêt Iraqî dibêjin van xirapkaran plan datina hêrişê bikene ser wan Şî’yêt li heftya bihêt bi helkefta Erbe’în seredana Kerbela diken.